Nûnerê NYyê li Sûriyê Pedersen serdana Tirkiyê dike

05 îlon 2019 13:25
Nûnerê NYyê li Sûriyê Pedersen serdana Tirkiyê dike

PeyamaKurd - Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyê Geir Pedersen 5-6ê Îlonê dê serdana Enqerê bike.

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê li Sûriyê Geir Pedersen 5-6ê Îlonê dê serdana Enqerê bike. Pedersen dê bi rayedarên Tirk re danûstendinên fermî bike.

Li gorî zanyariyên ku ji çavkaniyên fermî hatine wergirtin, Geir Pedersen di serdana Enqerê de, di serî de li ser mijara Idlibê û pêşhatên dawîn ên Sûriyê danûstendinên fermî bike.