Nûnerê NY Pedersen: Îtiraf bi hilbijartinên rejîma Sûriyê nayê kirin!
PeyamaKurd - Ofîsa Nûnerê Taybet ê Netewên Yekbûyî (NY) yê Sûriyê Geir Pedersen, derbarê hilbijartinên seroktiyê yên rejîma Sûriyê de ku îro 26ê Gulanê li herêmên deshilata rejîmê birêve diçin daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Netewên Yekbûyî çavdêriya hilbijartinan nake û îtîrafê bi van hilbijartinan jî nake.
Ofîsa Geir Pedersen daye xuyakirin, ew agahdarî hilbijartinên îro yên serokatiya Sûriyê ne, lê ev hilbijartina niha li gor destûra niha ya Sûriyê têNE lidarxistin û nakeve çarçoveya biryara 2254 a Encûmena Ewlehiyê ya Netewên Yekbûyî.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, Neteweyên Yekbûyî ne beşdarê hilbijartina serokatiya rejîma Sûriyê ye û ne erkê wê ye çavdêriya van hilbijartinan bike, îtîrafê bi hilbiajrtinê jî nake.
Ofîsa Geir Pedersen diyar kiriye, “Em ê berdewam bin li ser karê xwe bo serxistina danûstandinên siyasî yên di çarçoveya biryara 2254 de ji bo ku çareseriyeke siyasî bo krîza Sûriyê bê dîtin.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin