Nûnerê Taybet ê Sûriyê li NYyê serdana Tirkiyê dike

12 hezîran 2019 13:18
Nûnerê Taybet ê Sûriyê li NYyê serdana Tirkiyê dike

PeyamaKurd - Nûnerê Taybet ê Sûriyê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Gier Pedersen bi mijara Idlibê serdana Tirkiyê dike.

Nûnerê Taybet ê Sûriyê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Gier Pedersen îro çarşemê (12.06.2019) bi mijara Idlibê serdana Tirkiyê dike. Tê payîn ku Gier Pedersen ji aliyê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ve were pêşwazîkirin.

Hat diyarkirin ku, di wê hevdîtinê de wê rewşa Sûriyê û  Idlibê were gotûbêjkirin.