Nûnerê nû yê Amerîka li Newrozê axivî: Em ji bo çareseriyeke rastîn bi HSDê re dixebitin
PeyamaKurd – Nûnerê Amerîka yê Sûriyê David Braunstein ku digel Fermandarê Giştî yê HSDê beşdarî ahenga Newrozê ya bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê bû, ragihand ku ew ji bo ji krîza Sûriyê re çareseriyê bibînin bi hevkarên xwe yên HSDê re kar dikin.
Şanda Hevpeymaniya Navdewletî ya bi seroktiya nûnerê Amerîkayê yê nû yê taybet bo Sûriyê David Braunstein, beşdarî ahenga Newrozê ya li Hesekê kir.
Braunstein di pîrozbahiya Newrozê de, Cejna Newrozê li gelên herêmê pîroz kir û hêvî xwest di sala nû de aştî pêk were.
Braunstein li ser hevkariya ligel HSDê got: “Em bi hev re kar dikin, da ku em çareseriya rastîn ji aloziya Sûriyê re bibînin.”
David Braunstein destnîşan kir, ew ê têkoşîna li dijî terorîstên DAIŞê dewam bikin ji bo gelê herêmê bikarin di nav aramî û aştîyê de bijîn.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin