Sanda ENKSê û nûnerê Sûriyê li Konsolxaneya Amerîka mijarên girîng axivîn

19 nîsan 2021 20:02
Sanda ENKSê û nûnerê Sûriyê li Konsolxaneya Amerîka mijarên girîng axivîn

PeyamaKurd - Şanda Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li Hewlêrê bi Cîgirê Nûnerê Amerîka yê Taybet bo Sûriyê David Brownstein re civiya û rewşa siyasî ya Sûriyê bi giştî û ya Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kirin.

Li gor nûçeya K24ê şanda ENKSê ya ji Ebdulhekîm Beşar, Îbrahîm Biro û Seîd Omer pêk hatibû îro Duşemê li Hewlêrê ligel Cîgirê Nûnerê Amerîka yê Taybet bo Sûriyê David Brownstein û şanda pê re hevdîtin pêk anî.

Di civînê de berpirsê Beşa Siyasî ya Konsolxaneya Amerîka li Hewlêrê Morgan Hall û endamê Beşa Siyasî Mark Redmon jî hebûn.

Hat diyarkirin ku di civînê de rewşa Sûriyê, proseya siyasî li Cenêvê, dîtina Amerîka ji çareseriya rewşa Sûriyê re û rewşa deverên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de hatin guftûgokirin.

Her du alî hevnêrîn bûn ku şerê li Sûriyê û rewşa aborî, rewşa siyasî zêdetir aloz dike, xizmeta çareseriya siyasî ya Sûriyê nake û nakokiyê di navbera pêkhateyên civaka Sûriyê de zêde dike.

Li gor zanyariyan şanda ENKSê di civînê de ji aliyê Amerîkî re tekez kir ku ew her şêwazeke guhartina demografî red dikin.  

Derbarê dîtina Amerîka li ser rewşa rojhilatê Firatê de, şanda Amerîkî tekez kir, divê nûnertiyeke hevseng û hevpariyeke rasteqîne ya hemû pêkhate û hêzên siyasî di rêveberiya wê herêmê de hebe û tekezî li ser beşdariya kirdarî ya ENKSê di rêveberiyê de kir.

Şanda ENKSê tekez kir, vegerandina jiyana siyasî, aramî, vegera koçberan, redkirina guhertina demografî û vegera Pêşmergeyên Roj, gerentiya hevsengiyê li wê herêmê dide.

Herwiha ENKSê destnîşan kir, herêmên kurdî taybetmendiyên wê yên netewî hene û divê li ber çavan bê girtin.

Şanda ENKSê daxwaz ji aliyê Amerîkî kir, piştevaniyê li mafên kurdî yên rewa di platformên navdewletî û proseya siyasî ya Cenêvê de bike.