Nûnerê Amerîkayê li Qamislo bi ENKSê re civiya

15 gulan 2023 21:30
Nûnerê Amerîkayê li Qamislo bi ENKSê re civiya

PeyamaKurd – Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Nûnerê Wezareta Derve ya Amerîkayê Nicolas Grainger li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê civiyan.

ENKSê ragihand ku Desteya Serokatiya ENKSê îro 15ê Gulana 2023an li Qamişlo pêşwazî li Nûnerê Wezareta Derve ya Amerîkayê bo herêmê Nicolas Grainger kir.

Li gorî zanyariyan, di civînê de geşedanên dawî yên li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê hatin guftûgokirin.

Di civînê de, endamên Desteya Serokatiya ENKSê Mihemed Îsmaîl, Silêman Oso, Feysel Yûsif, Nîmet Dawûd û Fesla Yûsif amadehî kirin.