Nûnera berê ya Amerîka ya NYê Trump bi tundî rexne kir
PeyamaKurd – Di hevpeyvîna xwe ya li Politico de, Nûnera berê ya Amerîka ya li Neteweyên Yekbûyî Nikki Haley, Serokê berê Donald Trump, bi tundî rexne kir.
Haley ya Komarî bo bûyerên 6ê Rêbendanê diyar kir, Trump wê rojê ket rêyeke gerek neketayê û got, divê wan jî ew neşopanda.
Haley da zanîn, ew ji êrîşa ser Kongresê vir ve, bi Trump re neaxivî ye û got, gotinên Trump yên li ser Cîgirê wî Mike Pence jî ew hêrs kirine.
Halley destnîşan kir, ‘‘Ger ez bêjim ez hêrs bûme, ew ê hindik jî bimîne. Tevî ku bi Pence re heval bû û ew sadiq bû jî, wisa kir û ez xeyalşikestî bûm, kerixîm.’’
Wê eşkere kir, ne tenê gotinên Trump, kiryarên wî yên piştî 3yê Mijdarê jî, dê li pêş dîrokê werin darizandin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin