YouTube hesabê serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump vekir
PeyamaKurd – Hesabê medya civakî YouYube, piştî 2 salên qedexeya xebata hesabê serokê Amerîkayê yê berê Donald Trump, hesabê wî vekir. YouTube di ragihandinê de weha got:
“Ji îro û pê de kanala Donald J. Trump êdî li berê astengî tine û dikare tiştnên nûh deyne ser. Ev kanal, weka her kanalên di YouTube de, wê di siyaseta me ya weşanê de bimeşe.”
Êdî wê Donald Trump dikaribe li ser YouTube de bigihê 2.5 mîlyon şopînerên xwe û ji bo siyaseta reklamê ya YouTube, karibe kampanya serokatiyê bimeşîne û reklaman bikire.
YouTube, di 06.01.2021an de piştî avêtina ser kongra Amerîkayê ji aliyê layangirên Trump de, bi sedema ku dibe şiddetê teşwîq bike, tiştên tê de jê biribûn û astengî danîbûn berê.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin