Nûfûsa Herêma Kurdistanê û Iraqê hat ragihandin
PeyamaKurd – Wezareta plandananê ya Iraqê ragihand ku nûfûsa Iraqê ya sala 2021 ê 41 mîlyon û 190 hezare. Ragihandin ji aliyê berdevkê wezaretê Abdulzehra Hindawî de hat kirin. Rêvebiriya Îstatîtîkê ya Herêma Kurdistanê jî ragihand ku nûfûsa Herêma Kurdistanê 6 mîlyon û 250 hezare û ev reqem texmîniye.
Li gor ragihandina Hindawî; bajarê herî qelebalix Bexdaye û tê de 8 mîlyon û 750 hezar kes dijîn. Li Nînowayê 4 mîlyon, li Basrayê 3 mîlyon kes dijîn. Di nav 2 salên dawiyê de li Iraqê 2 mîlyon û 600 hezar zarok hatine dinyayê.
Hindawî got ku ew texmîn dikin heya sala 2050 yan nûfûsa Iraqê wê derê 80 mîlyon kesî.
Li gor rêvebirê Îstatîstîkê yê Herêma Kurdistanê Sîrwan Muhammed, di nav 2 salên dawiyê de jimara serjimêrê nehatiye kirin û rêje texmînîne.
Muhammed got ku di salê de nûfûsa Kurda 140 hezar zêde dibe.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin