Nizamettin Ariç piştgirî da Mem Ararat, bang li hunermendên kurd kir
Nizamettin Ariç piştgiriya xwe ji bo daxuyaniyên Mem Ararat ên derbarê kampanyayên reşkirinê yên vê dawiyê yên li dijî wî, neheqiyên ku wî kişandiye û sozên ku bi salan di bazara muzîka kurdî û di nav hin saziyên kurdî de dane wî de anî ziman.
RûpelNews - Hunermendê navdar ê kurd Nizamettin Ariç di daxuyaniyekê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî li ser binpêkirinên mafên telîf û îstismara kedê ku ji hêla hevkarê wî Mem Ararat ve hatine eşkerekirin şîrove kir.
Ariç, piştgiriya Mem Ararat kir û teqez kir ku binpêkirinên mafên telîfê û desteserkirina berheman li dijî hunermendên kurd ne bûyerên yekane ne, lê beşek ji pergalek îstismar û hegemonyayê ya sîstematîk in ku bi salan e berdewam dikin.
Daxuyaniya Ariç wiha ye:
Sîstemeke Hegemonîk û Kedxwarî ku Hunera Kurdî Armanc Dike
Destdirêjî, îstismarkirin û korsaniya li ser berhem û keda hunermendên Kurd, ne bûyereke yekcarî ye ku tenê ji hêla hunermendê me yê hêja, Mem Ararat ve tê jiyîn. Berevajî vê; ev rewş beşek ji sîstemeke kedxwariyê ya sîstematîk e ku bi salan e li ser muzîk û hilberîna hunerî ya Kurdî hatiye ferzkirin. Ev sîstema îstismarkirinê ne tenê xwedî xwezayeke bazirganî ye; ew wekî pêkhateyeke avahiyeke îdeolojîk tevdigere ku bi salan e li ser huner û siyaseta Kurdî hegemonî ava kiriye.
Saziyên ku li Tirkiye û Kurdistanê bi navê Kom Müzik û li Ewropayê bi navê Mîr Müzik faliyetê dimeşînin; bi desteserkirina berhem û telîfên wan, gelek muzîkjen bêpar hiştine û kirine qurbanî. Ez jî, her çend bi awayekî cuda be jî, di nav wan hunermendan de me ku neçar mam vê ezmûna talanê biceribînim.
Carekê an du caran, derdorên girêdayî Mîr û Komê ji bo ku di çalakiyên cuda de bofroşin, ji min mîqdareke diyarkirî CD xwestin û min jî ev CD dan wan. Lêbelê, wan dravê pêwîst ê CDyên ku firotibûn nedan min û bi vî rengî dest danîn ser keda min. Min ev mijar bi gelek kesan re nîqaş kir – ku di nav wan de gelek hunermendên Kurd ên di bin bandora PKKê de çalak in jî hebûn – lê belê tu çareserî nehat dîtin. Ji ber vê nêzîkatiya berpirsiyar, min careke din muzîka xwe nespand van saziyan.
Ji bo ku ez giliya xwe ya sereke û neheqiya ku li min hatiye kirin, bi taybetî di derbarê SES Plakê de bi kurtî bînim ziman:
Di salên 1990î de, peymana ku min bi SES Plakê re (şîrketeke ku xwediyên wê Etem Güner û Hasan Güner in) çêkiribû, bi tevahî pênc albûman dihewand. Ev peyman bi awayekî fermî, bi şahid û bi erêkirina noterê di navbera me de hatibû îmzekirin. Lêbelê, ji ber ku dravdanên lihevkirî di dema diyarkirî de nehatin kirin û gava piştrast bû ku ev drav qet nagihîjin min, min peyman bi rêya parêzerê xwe bi awayekî qanûnî betal kir û hemû mafên belavkirinê yên berhemên xwe paşve standin.
Tevî vê yekê, pênc albûmên ku behsa wan tê kirin, heta roja îro bi awayekî neqanûnî di bin navên nû û cuda de wekî SES Medya, SES Müzik û SES Plak di qadê de belav dibin. Ji kerema xwe zanibin ku gelek berhemên min ên ku hûn îro bi logoya SESê dibînin, bêyî destûra min tên belavkirin û ev sîstema dizî û korsaniyê heta roja îro jî berdewam dike. Ez ê li vir tenê bi kurtî behsa şîrketên wekî Aydın Plak û Koçer Plak (Müzik) bikim ku wan jî yek-du albûmên min bi awayekî neqanûnî kopî kirine û belav kirine.
Ev pirsgirêk ne tenê bandorê li çend hunermendan dike; ew tevahiya civaka huner û çanda Kurdî eleqedar dike. Heta ku em dengê xwe bilind nekin, ev pergala kedxwariyê dê hebûna xwe biparêze.
Ji ber vê yekê, ez bang li hemû hunermend, muzîkjen û bestekarên Kurd dikim ku li dijî neheqiyên ku li wan hatine kirin dengê xwe bilind bikin û ezmûnên xwe bi raya giştî re parve bikin. Bêdengî, tenê ji bo domandin û mayindekirina vê pergalê xizmetê dike.
Ger parêzer an pisporên hiqûqî hebin ku dixwazin di vê mijarê de piştgiriya hiqûqî pêşkêş bikin; ez dixwazim bi taybetî bidim xuyakirin ku ez bi dil û can piştgiriyê didim hunermendên ku ji bo têkoşîneke hiqûqî ya kolektîf hêza xwe dikin yek. Parastina huner, ziman, çand û hilberîna çandî ya Kurdî, berpirsiyariyeke hevpar û dîrokî ye ku me hemûyan eleqedar dike.
42 sal in hewl didin hunermendên Kurd biperçiqinin, terorîze û bê şexsiyet bikin.
Divê em vê pergalê ji holê rakin.
Careke din, ez vê neheqiya li ser hunermendê hêja Mem Ararat bi tundî şermezar dikim…
