Nissan: Em dikarin li Tirkiyê otomobîlan hilberînin
PeyamaKurd – Piştî şêrketên Renault û Mitsubishi hevkarê sêyem yê otomotîvê Nissan jî ragihand ku ew dikarin li Tirkiyê hilberîna Nissanê bikin. Di rojên çû de di ahengekî de Nissan li Tirkiyê modela SUV ya bi navê Qashqai yê ku hêzên xwe ji elektrîkê distînin, versiyonên wan dan nasîn. CEO yê şîrketê yê Tirkiyê Charbel Abi Ghanem û cîgirê serokê bazarkirin û firotina Awrûpayê Jordi Vila jî li ser dahatûyê hedefên xwe yên erênî ragihand. Ragihandineka wisa ku Nissan dikare li Tirkiyê pêvajoya hilberîna xwe bide destpêkirin.
Di navbera Nissan û Renaultê de demekiye ku pêwendiyên organîk hene. Di encama pêwendiyan de em dibînin bi hevre modelên otomobîlan hilberandine. Ev hevkarî carna di dizayna hundir û derve de û carna jî di motor û perçeyên din de em dibînin.
Hevkariya wan bi Mitsubishi re jî heye. Wê di salên pêşiya me de bêhtir xwuya bike. Ji ber wê di fabrika Bursayê ya Oyak-Renaultê de hilberîna Mitsubishi Coltê çêbibe.
Şîrketên weka Nissanê ji bo hilberîna xwe li Tirkiyê bikin divê di siyaseta aboriya Tirkiyê de stabilite hebe û nabe ku di bacan de ew çend bilindbûn û nizimbûn çêbibe da ku şîrket jî karibin hesabên xwe yên maliyetê û firotanê bikin. Li Tirkiyê hem dolar û Euro zahf bilind dibe ku ev jî li ser biryara otomotîvên biyanî bandorê dike.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin