Li Tirkiyê hilberîna otomobîlan %12 ket
PeyamaKurd- Rêxistina Sanayiya Otomobîlan (OSD) ya Tirkiyê rêjeyên dewra 5 mehan yên sala 2019an ragihand. Li gor rêjeyan hilberîna sanayiyê yên 5 mehên 2019an, li gor sala borî bi tevahî %12 daket. Di hilberîna otomobîlan de %11 ket.
Di vê dewra 5 mehan de bi tevahî 625 hezar û 946 hen hilberîn çêbûye. Bazara otomobîlan %49 teng bûye û li dora 120 hezar û 354 adedî maye. Di nava grûbên otomobîlan de yên bazirganî %14, yên giran %30, yên sivik yên bazirganî %12 kêm bûye. Rêjeyên sala berê di 5 mehên ewilî de, di bazara erebeyên bazirganî de %54, yên bazirganî yên sivik %53 û di yên giran de %60 tengbûn heye. Di 5 mehên ewilî de grûba ku hilberîna wê zêde bûye otobus û mînîbus in. Di her 5 mehên ewilî de %9 hilberîna wan zêde bûye.
Hilberîna ku di 5 mehên ewilî de çêbûye, % 86 ê wan hatine firotin bo derveyê Tirkiyê ku ew jî dike 537 hezar û 889 heb. Firotina traktoran bo derveyê Tirkiyê li gor sala borî %21 zêde bûye û jimara wan gihaye 6 hezar û 530 hebî.
Di sala 2019an de, bi tevahî perê ku hatiye an firotina giştî ya Tirkiyê 13,4 mîlyar dolare. Bi hesabê Ewroyê dike 11,8 mîlyar Ewro.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin