Honda hilberîna xwe ya li Tirkiyê bi dawî dike
PeyamaKurd – Honda hilberîna xwe ya li Tirkiyê bi dawî dike û hemû tesîsên xwe yên li navçeya Gebzeyê ya Îstanbolê dewrê şîrketa HABAŞ ê dike. Teslîmat piştî êlûna 2021 ê dê bêkirin. Honda mijara dewrê bi awayekî nivîskî weha garihand:
“ Şîrketa Honda Türkiye A.Ş. tesîsên xwe yên hilberînê yên li Gebzeyê Peyman girêdaye ku dewrê HABAŞ ê bike. Teslîmkirina tesîsan wê piştî êlûna 2021 ê bêkirin.”
Erê Honda hilberîna xwe dide rawestandin lê firotina erebeyên xwe û xizmetên piştî firotinê wê dewam bike û karê xwe li Îstenbolê li rêvebiriya giştî ya Hondayê bimeşîne. Wê xebata wan di rêya bayiyên wan de dewam bike.
Şîrketa HABAŞ ê jî ji aliyê Hamdi Başaran de hatiye avakirin û di seha xaz, elektrîk, pola, tup, makîneyên giran, LNG, CNG, LPG, neqliya deryayî û xizmeta lîmanê dide xelkê.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin