Nîqasa Tirkan û Amerîkayê mezintir dibe

26 tîrmeh 2018 22:48
Nîqasa Tirkan û Amerîkayê mezintir dibe

PeyamaKurd - Wezareta Karên Derveyî ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê derbarê tehdîda Serokê Amerîkayê Donald Trump a mueyîdeyan de ragihand, "Kes nikare emir bide Tirkiyeyê û tehdîd bike."

Wezaretê di daxuyaniyê de herwiha got, "Rêveberiya Amerîkayê divê demildest dev ji vê gotina xwe (ya tehdîtkar) berde û vegere çarçoveya diyaloga erênî."