Newsûd | Rejîma Îranê kolbereke kurd kust
25 mijdar 2024 16:31
Kolbera kurd a bi navê Perşîng Qubad Zahirî (26) ku dayika zarokekî 3 salî bû û li devera Newsûdê yan Pawêya Rojhilatê Kurdistanê dijiya, ji aliyê hêzên çekdar ên rejîma Îranê ve hat kuştin.
Li gorî raporeke ku gihaye Rêxistina Mafên Mirov a Hengawê, 22yê mijdara 2024an, kolbera kurd a bi navê Perşîng Qubad Zahirî, ser sînorê Hane-Germala ji aliyê hêzên çekdar ên sînorî yên Îranê ve bi giranî birîndar bû û li nexweşxaneyeke Kirmaşanê jiyana xwe ji dest da.
Hengaw bi bîr dixe ku bavê wê kolberê Îdrîs Qubad Zahirî û birayê wê jî ji aliyê artêşa rejîma Îslamî ya Îranê ve hatine girtin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Newsûd | Rejîma Îranê kolberekî kurd birîndar kir
11 brf 2024
Cîhan
Newsûd | Leskerên rejîma Îranê kolberekî kurd birîndar kir!
07 mjd 2024
Jiyan
Rejîma Îranê melayekî Kurd îdam kir yek jî desteser kir
01 gln 2024
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin