New Zelandê di roja jidayikbûna Behroz Boçanî de mafê penaberiyê dayê
PeyamaKurd – Nivîskarê Kurd ji Rojhilatê Kurdistanê Behroz Boçanî ku bi salan e li Awustralyayê di mercên giran de dima û doza penaberiyê dikir, ji welatê New Zelandê mafê penaberîyê wergirt.
Behroz Boçanî, li kampa penaxwazan a Girava Manusê ya Awustralyayê bi rêya Whatsappê romana ‘Ji bilî Çiyayan ti hevalên me nînin’ nivîsandibû û xelat wergirtibû.
Hikûmeta New Zelandê di roja dayibûna Boçanî 23yê Tîrmehê de, mafê penaberiya wî pesend kir.
Boçanî ji meha Mijdara sala 2019an ve li New Zelandê ye û piştî beşdarî festîvaleke taybet a kitêb û nivîsînê bû hikûmeta New Zelandê biryar da mafê penaberiyê bide wî.
Nivîsîngiha Koçberan a New Zelandê ragihand ku hikûmetê biryara pesendkirina daxwaza Boçanî daye û wî niha mafê penaberiyê wergirtiye ku dikare sûdê ji hemû mafên penabertiyê bistîne.
Nivîsîngiha Koçberan a New Zelandê li gorî yasaya sala 1951 û protokola sala 1967an a penaberan, mafê penaberiyê daye Behroz Boçanî.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin