Neteweyên Yekbûyî: Komkujiya kustina 130 kesan bi destê zarokan hatiye kirin

25 hezîran 2021 21:41
Neteweyên Yekbûyî: Komkujiya kustina 130 kesan bi destê zarokan hatiye kirin

PeyamaKurd - Neteweyên Yekbûyî (NY) li ser komkujîya Burkina Faso ya ku tê de zêdetirî 130 kes hatibûn kuştin ragihand ku ew komkujî ji alîyê zarokan ve hatiye kirin.

Hikûmeta Burkina Faso û berpirsê NYê li ser êrîşa 4ê Hezîranê ya ser gundê Solhanê û şewitandina malan dane xuyakirin ku yên êrîşkar zarokên 12-14 salî ne.

Di wê êrîşa ji aliyê çekdarên zarok hatiye kirin de, 130 kes hatibûn kuştin.

Li herêma êrîş hatiye kirin, di salên dawî de cîhadîyên girêdayî rêxistina terorîst DAIŞ û El-Qaydê çalak in. Li ser bûyerê berdevkê hikûmeta Burkia Faso dîyar kir ku piranîya êrîşkaran zarok in û ji NYê şermezarkirin xwest.

Ajansa zarokan ya NYyê UNICEFê jî roja Pêncşemê ew êrîş şermezar kir û diyar kir, mafên zarokan bi leşkerkirinê re hatine binpê kirin.

Hêjayî gotinê ye, li gorî berpirsên Afrîkî komên cîhadî di êrîşan de gelek caran zarokan bi kar tînin ku êrîşa 4ê Hezîranê ya herî dijwar bûye.