Netenyahu: Kî zerarê bide me, ya zîndaniye yan di gorê de ye

21 hezîran 2023 01:56
Netenyahu: Kî zerarê bide me, ya zîndaniye yan di gorê de ye

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netenyahu li ser êrîşa ku li Fîlîstînê li Şerîa Rojavayê êrîşê biribûn ser Îsraîliyan û 4 Îsraîliyan kuştibûn û 4 kesan jî birîndar kiribûn, Netenyahû got:

“Kesê zerarê bide me ya zîndaniye yan jî di gorê de ye. Wê weha be. Temamê bijarteyan li ser masê ne. Em ê bi temamê hêza xwe bi terorê re têkoşîna xwe dewam bikin û em biser bikevin.”

Êrîşker yekî Fîlîstîniye û li ciyê bûyerê hatiye kuştin. Êrîşkerê duyem jî ji aliyê îstîxbarata Îsraîlê ya navxwe, ji aliyê Şin Betê û polîsên Îsraîlê de, li Fîlîstînê li nêzî belda Tubasê kuştin.

Berdevkê IDFê yê Îsraîlê tûxamiral Daniel Hagari ragihand ku her dû kuştiyên Fîlîstînî bi îhtîmaleka mezin yên Hamasê ne.

Hêzên Îsraîlê do li kampa penaberan ya Ceninê bi desteka helîkopteran êrîşê kampê kiribûn, 5 Fîlîstînî hatibûn kuştin û 91 Fîlîstînî birîndar bûbûn.