Netanyahu: Me li dijî Îranê operasyonek da destpêkirin
Serokwezîrê Îrsaîlê Benjamîn Netanyahu ragihand ku Îsraîl û Amerîyê operasyoneke hevbeş li dijî Îranê dane destpêkirin. Netanyahu got ku armanca operasyonê "ji holê rakirina gefa hebûnî ya ku ji aliyê rejîma terorîst a Îranê ve tê çêkirin" e.
RûpelNews - Di daxuyaniyeke nivîskî û vîdyoyî de, Netanyahu spasiya Serokê Amerîkayê Donald Trump kir ji bo "serokatiya wî ya dîrokî" û tekez kir ku her du welat bi koordînasyonê tevdigerin.
'Ev 47 sal in ku Îran gelê xwe dikuje'
Netanyahu anî ziman ku rejîma Îranê 47 sal in dirûşma "mirin ji Îsraîlê re, mirin ji Amerîkayê re" bi kar aniye, û îdia kir ku rejîmê xwîn rijandiye, Amerîkî kuştine û zordarî li gelê xwe kiriye. Netanyahu diyar kir ku nabe rê were dayîn Îranê ku çekên nukleerî bi dest bixe û got ku ev yek ji bo mirovahiyê gefek e.
Di daxuyaniya xwe de Netanyahu bang li gelê Îranê kir û ji hemû beşên civakê, di nav de Fars, Kurd, Azerî, Belûç û Ehwazî, xwest in ku "zincîra zordestiyê bişkînin û Îraneke azad û aştîxwaz ava bikin." Netenyahu îdia kir ku çalakiya hevpar dê rê veke da ku gelê Îranê çarenûsa xwe bixwe di destê xwe de bigire.
Netanyahu herwiha peyamek ji raya giştî ya Îsraîlê re şand, û ji welatiyan xwest ku li gorî rênîşandanên Fermandariya Eniya Navxweyî tevbigerin. Netanyahu di banga xwe de ji bo sebir û xweragiriyê di dema operasyona bi navê "Şêrê Gur" de got, "Em ê bi hev re bisekinin, em ê bi hev re şer bikin, û em ê herheyîbûna Îsraîlê bi hev re misoger bikin."
