Netanyahû ji Pûtîn re got: Îsraîl serî natewîne!
PeyamnaKurd - Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu ji Serokê Rûsya Vladimir Putin re got ku ewê dijî gefên Îranê yên ji Sûrîyê bên serî netewînin.
Netanyahu, berî hilbijartina Îsraîlê serdana Soçî kir û bi Putin re ser rewşa Sûrîyê û herêmê axivî.
Putin di civînê ser hevkarîya ewlekarî û leşkerî ya Rûsya û Îsraîlê peyivî û Netanyahu jî gefên Îranê yên dijî Îsraîlê anîn rojevê.
Netanyahu berî serdana Rûsya bike, li Îsraîlê ragihandibû ku ew bawer dike Serokê Amerîka Donald Trump dê zexta ser Îranê bidomîne.
Netanyahû da zanîn ku bo zexta li ser Îranê bidome Îsraîl ‘’her tim’’ bi rêvebirîya Trump re danûstandinê dike.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin