Netanyahû bo Biden: Dostê herî nêzîk ê Îsraîlê ye!

08 mijdar 2020 19:26
Netanyahû bo Biden: Dostê herî nêzîk ê Îsraîlê ye!

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû ji bo hilbijartina posta seroktiya Amerîkayê pîrozbahî li Joe Biden kir û got, “Ez te dostê herî baş ê Îsraîlê dizanim.”

Netanyahû li ser Twitter pîrozbahî li Biden kir û wiha got:

"Pîroz be Joe Biden û Kamala Harris. Joe, ligel te bi qasî 40 salan pêwendiyeke me ya germ û şexsî çêbû û ez te wek dostê herî nêzîk ê Îsraîlê dizanim. Li bendê me bi we herduyan re jî ji bo bihêzkirina pêwendiyên Amerîka û Îsraîlê dest bi xebatê bikim.”

Netanyahû herwiha ji ber hevkarî û hevaltiya wî ya bo Îsraîlê, spasî li Donald Trump jî kir û got: “Ji bo te pênase li Orşelîm û Girên Colanê kiriye, li dijî Îranê rawestiyaye û ji bo peymanên aştiyê spas Donald Trump.”