Nêçîrvan Barzanî: Wê tawankar cezayê xwe bikisîne

29 hezîran 2022 19:49
Nêçîrvan Barzanî: Wê tawankar cezayê xwe bikisîne

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro Çarşemê beşdarî şîna her du mamosteyên zanîngeha Selahedîn Dr. Kawan Îsmaîl û Dr. Îdrîs Hemexan bû ku doh ji aliyê tawankarî de hatibûn qetilkirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê da xuyakirin, îro çarşemê 29ê Hezîrana 2022yan, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê beşdarî şîna her du mamosteyên zanîngeha Selahedînê Dr. Kawan Îsmaîl û Dr. Îdrîs Hemexan bû, ku duh sêşemê di tawankariyekê de can dabûn.

Nêçîrvan Barzanî tevî pêşkêşkirina sersaxî û nîşandana hevsoziyê ligel malbat û kesûkar û mamoste û xwendekarên zanîngehê, hêviya xwe anî ziman ku Xwedayê mezin giyanên herduyan bi dilovanî û mîhrebaniya xwe şad bike û sebr û aramî bide her kesî.

Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir, dadgeh û aliyên pêwendîdar hemû rêkarên yasayî dê pêk tînin û tawankar rûbirûyî sizaya xwe bibe.