Nêçîrvan Barzanî û Macron li ser Mexmûrê axivîn

13 adar 2026 17:45

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron li ser êrîşa Mexmûrê axivîn ku tê de leşkerekî Fransayê hatibû kuştin.

Nêçîrvan Barzanî û Macron li ser Mexmûrê axivîn

RûpelNews - Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku Nêçîrvan Barzanî û Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron bi rêya telefonê axivîn.

Nêçîrvan Barzanî êrişa ku li Mexmûrê li dijî baregeheke hevbeş a Pêşmerge û hêzên Fransayê yên di çarçoveya Hevpeymana Navneteweyî de pêk hatibû bi tundî şermezar kir.

Şeva borî komên çekdar êrişî Eniya 6 a Pêşmergeyan a li Mexmûrê kiribû û di encamê de leşkerekî  Fransayê canê xwe ji dest dabû û 6 leşkerên din jî birîndar bûbûn.

Nêçîrvan Barzanî ji ber mirina leşkerê fransî sersaxî li Macron û malbata leşkeri kir.

Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku wî leşkerî ji bo parastina asayîşê û têkoşîna li dijî terorê li Herêma Kurdistanê canê xwe feda kiriye.

‘Divê hikûmeta Îraqê komên çekdar ceza bike’

Serokê Herêma Kurdistanê ji ber piştgiriya Fransayê ya ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê spasiya Macron kir.

Nêçîrvan Barzanî amaje bi wê yekê kir ku pêwîst e hikûmeta Îraqê erkê bîne cih û rê li ber êrişên van komên çekdar bigire.

Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir ku divê ew komên çekdar werin cezakirin da ku berjewendiyên welêt û pêwendiyên bi civaka navneteweyî re nekevin metirsiyê.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Macron jî ji ber hevxemiya Nêçîrvan Barzanî û gelê Kurdistanê spasiya wî kiriye.

Macron da zanîn ku piştgiriya Fransayê ya ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê didome.

Barzanî û Macron di axaftina xwe de mijara rûdanên dawî yên şer û bandorên wê yên li ser herêmê jî gotûbêj kirin.

Li gorî daxuyaniyê, di axaftinê de hatiye xwestin ku ji bo rawestandina şer û çareserkirina pirsgirêkan bi awayekî aştiyane hewl bên zêdekirin.