Nêçîrvan Barzanî û Eraqçî bi têlefonê axivîn

23 gulan 2026 11:45

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, peywendiyeke têlefonî ji Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê, Ebbas Eraqçî wergirt. Di vê peywendiyê de komek dozên stratejîk ên hevpar û rêyên xurtkirina seqamgiriya herêmî hatin nirxandin.

Nêçîrvan Barzanî û Eraqçî bi têlefonê axivîn

RûpelNews - Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, her du aliyan giranî dan ser pêşxistina peywendiyên dualî yên navbera Iraq û Herêma Kurdistanê ligel Îranê. Bi taybetî qala pêşxistina pêwendiyên bazirganî û aborî hat kirin. Her wiha, her du aliyan tekezî li ser giringiya bilindkirina asta hevahengiya ewlehiyê kirin da ku silametiya sînorên hevpar were parastin û rûbirûbûna her cure terorê were kirin.
Di peywendiyê de geşedan û guhertinên herî dawî yên li qada herêmî hatin gotûbêjkirin. Nêçîrvan Barzanî û Ebbas Eraqçî destnîşan kirin ku divê welatên navçeyê ji bo çespandina bingehên aştî û ewlehiyê li Rojhilata Navîn bi hev re bixebitin û xwe ji her gavên ku dibin sedema nearamiyê dûr bixin.
Dengvedana dîplomatîk ji Tehranê
Ji aliyê xwe ve, ajansa nûçeyan a Îranî "Tesnîm" ragihand ku ev gotûbêj di nav keşûhewayeke zelal û bi daxwaza her du aliyan a ji bo xurtkirina peywendiyên dîrokî û cografî birêve çûye. Tesnîmê diyar kir ku Eraqçî di peywendiyê de amadehiya Tehranê nîşan daye ku hevkarîyên bihêz ligel Herêma Kurdistanê ava bike, bi awayekî ku di xizmeta berjewendiyên bilind ên her du gelên cîran de be û bibe sedema avakirina jîngeheke aram û geş li herêmê.