Nêçîrvan Barzanî û Îlham Aliyev civiyan
PeyamaKurd- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokomarê Azerbaycanê Îlham Alivey, di çarçoveya dan û stendinên dîplomatîk de li Bakuyê civiyan.
Di agahiyên ku li ser serdana Nêçîrvan Barzanî hatin ragihandin de hat diyarkirin ku Serokê Herêma Kurdistanê, li Balafirgeha Bakuyê ji aliyê rayedarên Dewleta Azerbaycanê ve hat pêşwazîkirin.
Li gorî hat zanîn, Nêçîrvan Barzanî piştre bi Îlham Aliyev re civiya û li ser pêwendiyên dualî nirxandin hatin kirin.
Di hevdîtina ku qala pêwendiyên di navbera Azerbaycan, Iraq û Herêma Kurdistanê de hat kirin de li ser bipêşxistina pêwendiyan û pêkvejiyana di warên cuda de tekezî kirin.
Beriya niha jî di sibata borî de Nêçîrvan Barzanî tevlî di Konferansa Ewlekariya Munchenê bûbû û di wê konferansê de jî ligel Aliyev civînek kiribû.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin