Nêçîrvan Barzanî sersaxî ji gelê Îranê re xwest

01 adar 2026 14:29

Serokê Herêma Kurdistanê ji ber kuştina Elî Xameneyî sersaxî ji gel û hikûmet û serkirdayetiya Îranê re xwest.

Nêçîrvan Barzanî sersaxî ji gelê Îranê re xwest

RûpelNews - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser kuştina Rêberê Îranê Elî Xameneyî peyameke sersaxiyê belav kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de wiha got:

"Ji ber şehîdketina xwedêjêrazî Ayetulah Elî Xameneyî, Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê û zanyarê olî yê navdar, em ji gel, hikûmet û serkirdayetiya Îranê re sersaxiyeke kûr dixwazin. Em hevsoz û hevxemên wan in. Em ji Xwedayê mezin dixwazin ku giyanê wî bi rehm û dilovaniya xwe şa bike û aramî û sebirê bide hemûyan."

Banga li civaka navneteweyî

Serokê Herêma Kurdistanê her wiha destnîşan kir, "Di vê dema dijwar de, em tekezî li ser girîngiya parastina aramî û aştî û çareserkirina pirsgirêkan a bi awayekî aştiyane dikin."

Nêçîrvan Barzanî bangî civaka navneteweyî jî kir û got: "Bila civaka navneteweyî ji bo rawestandina şer û pevçûnan û vegerandina aramiyê ya li herêmê, erkê xwe bi cih bîne."