Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Xameneyî dike

10 adar 2026 14:35

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya hilbijartina wî ya wekî Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê, pîrozbahî li Mucteba Elî Xameneyî kir.

Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Xameneyî dike

RûpelNews - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyameke pîrozbahiyê ji Rêberê nû yê Komara Îslamî ya Îranê re şand.

Nêçîrvan Barzanî di destpêka peyama xwe de silav li rêberê nû yê Îranê kir û got:

"Bi boneya hilbijartina we ya wekî Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê, em pîrozbahiyeke germ li cenabê we û gelê Komara Îslamî ya Îranê dikin."

Serokê Herêma Kurdistanê di berdewamiya peyama xwe de ji bo erka wî ya nû hêviya serkeftinê ji Mucteba Xamineyî re xwest.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de bal kişand ser pêwendiyên di navbera Hewlêr û Tehranê de û ragihand ku ew dixwazin van pêwendiyan xurttir bikin.

Rêberê Îranê Elî Xameneyî 28ê Sibatê di êrişeke Îsraîlê de hati bû kuştin.

Piştî kuştina Elî Xameneyî kurê wî Mucteba Xameneyî wekî Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê hat hilbijartin.