Nêçîrvan Barzanî pîrozbahîyê li Silêmaniyê û Sine dike

01 mijdar 2019 18:02
Nêçîrvan Barzanî pîrozbahîyê li Silêmaniyê û Sine dike

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, kêfxweşiya xwe ragehand bi boneya destnîşankirina bajarên Sine û Silêmanî wek bajarên filîvan ji alîyê UNESCOyê ve.

Serokê Herêma Kurdistanê Barzanî, li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku destnîşankirina Silêmanîyê wek bajarê filîvan a Toreyî (wêjeyî) ji alîyê UNESCOyê ve, cihê şanazîye û ez gelek xweşhal kirim.

Nêçîrvan Barzanî di wê parvekirina xwe dibêje, bi germî pîrozbahîyê û destxweşîyê li nivîskar û terevanên Silêmanîya xweşdivî dikim. Pîrozbahî û destxweşî bo hundermedên Sine yên hêja ku wek bajarê fîlîvan ê mûzîkê hat destnîşankirin dikim.

‘Silêmanî û Sine ji aliyê UNESCOyê ve wekî bajarê fîlîvan ê mûzîkê hatin destnîşankirin’

Ji alîyê UNESCOyê ve, bajarên Silêmanî û Sine li rêza 66 ne ji bajarên filîvan ku li ser asta cîhanê hatîne destnîşankirin.

Li gor ragihandina UNESCOyê, bajarê Silêmanîyê bo filîvanîyê di warê tore de û bajarê Sine di warê mûzîkê de wek dû bajarên filîvan hatine destnîşankirin.

Rêvebera Giştî ya UNESCOyê Audrey Azoulay,  ragehand: Ev 66 bajar li ser asta cîhanê, her yek ji wan di biwarekê de karîne kultur û çandê bikin paygeh.