Nêçîrvan Barzanî peyama sersaxiyê bo welîahdê Kuweytê sand
PeyamaKurd- Serokê herêma Kurdistane Nêçîrvan Barzanî peyamekî sersaxiyê bo welîahdê Kuwêtê şand. Li gor malpera fermî ya Nêçîrvan Barzanî peyama Barzanî waha e:
Birêz Şêx Newaf Al Ahmed Al Cabir Al Sebah,
Mîrê Cihnişînê Dewleta Kuweytê
Silavên Xwedayê mezin li we bin.
Bi xemekî zêde nûçeya koça dawî ya xwedê jêrazî Şêx Sebah Al Ahmed Al Cabir Al Sebah mîrê dewleta Kuweytê gihîşt min. Bi navê xwe û gelê Herêma Kurdistana Iraqê, sersaxiya dostane li cenabê we û di rêya we de jî li malbata we ya birêz û hemû gelê Kuweytê yê birayên me dikim.
Ji xwedayê mezin hêvîdarim xwedê jêrazî bixe ber dilovaniya xwe û bi behiştê şad bike, aramî û hedarê jî bo we bibexşê, asayîş û aramî û pêşketina dewletê û gelê Kuweytê jî her berdewam be.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
29.09.2020

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin