Nêçîrvan Barzanî: Nabe ti partî û hêz ji vegera Singalê re bibin asteng

04 tebax 2019 18:38
Nêçîrvan Barzanî: Nabe ti partî û hêz ji vegera Singalê re bibin asteng

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di gotara xwe ya li merasîma bîranîna Komkujiya Kurdên Êzidî ya îro li Duhokê birêve çû de got, nabe ti partî û hêzek li pêşiya vegera xelkê Şingalê û nûjenkirina Şingalê bibe asteng û destnîşan kir, “Êzidîtî, Şingal, Laliş û Şerfedîn ji Kurdistanê cuda nabin.”

Nêçîrvan Barzanî, di merasimê de gotarek pêşkêş kir û ragihand, jenosîda ku DAIŞê bi ser Kurdên Êzîdî aniye, di dîrokê de tiştekî bê mînak e û di rojên yekem ên wê êrîşê de 2 hezar û 936 jin û zilam û zarokan canê xwe ji dest dan û hemû di gorên bi komî de hatin binaxkirin.

Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku niha 80  gorên bi kom û bi dehan gorên tekkesî hatine dîtin û 2 hezar 745 zarok êtîm bûne û herwiha 68 cihên pîroz yên Kurdên Êzîdiyan jî hatine teqandin.

Serokê Herêma Kurdistanê wiha pê de çû: “Em baş wê yekê dizanin ku armanca dijmnina bê hêvîkirin û derxistina Kurdên Êzîdiye ji ax û welatê bav û kalên wan û têkdana bi hevre jiyana xelkê Kurdistanê ye. Dijmin dixwazin Kurdên Êzîdî derbeder bikin û kultur û ziman û axa xwe bihêlin, lê em dê alîkar bin ku hemû welatiyên Kurdên Êzîdî li welatê xwe li Kurdistanê bimînin… Êzîdatî, Şingal, Laliş û Şerfedîn ti carî ji Kurdistanê venaqetin...”

Barzanî da zanîn ku wan ofîseke taybet ji bo rizgarkirina revandiyên Kurdên Êzîdî vekiriye û heya niha 2 hezar û 225 jin û keçên û hezar û 84 zilam û kurên Kurdên Êzîdî hatine rizgarkirin.

Nêçîrvan Barzanî li ser biryara parlamentoya Kurdistanê  ku roja 3yê Tebaxê wek “Roja Komkujiya Êzîdiyan” nas kiriye jî da xuyakirin, biryareke di cihê xwe de ye û divê  li Iraqê û li ser asta navdewletî jî ev karesat weke jenosîd bê naskirin.

Serok Barzanî got ku ew niha hewl didin navçeya Şingalê bibe parêzgeh û wiha axivî:

“Girîng e ku hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal a Iraqê ji bo çareserkirina pirsa Şingalê hevkariyê bikin. Ji bo pêşxistina herêmê em dê bi piştevaniya Neteweyên Yekbûyî û civaka navnetewî fonekê pêk bînin.”

Nêçîrvan Barzanî li ser vegera xelkê Şingalê bo cih û warên xwe jî bêyî daxuyaniyên berpirsên PKKê û Heşda Şeibî bilêv bike da zanîn, “Nabe ti partî û hêzek li pêşiya vegera xelkê Şingalê û pêşkêşkirina xizmetguzariyan û nûjenkirina Şingalê bibe asteng.”