DEM Partî bo Nêçîrvan Barzanî: Hûn ne bi tenê ne
Piştî êrîşa li ser paytexta Hewlêrê, Tuncer Bakirhan bi telefonê li Nêçîrvan Barzani geriya da ku hevgirtinê nîşan da û sersaxiyê jê re xwast.
RûpelNews - Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, derbarê êrîşên Îran û komên çekdar ên ku Îran piştgiriyê dide wan de bi telefonê bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzaniyê re axivî.
Li gorî daxuyaniyek ji aliyê DEM Partiyê ve hatiye belavkirin, Bakirhan di vê telefonê de sersaxî û hevxemiya xwe ji Nêçîrvan Barzaniyê re ragihandiye.
Di hevgirtinê de, Bakirhan sersaxî ji malbata efserê ewlehiyê yê ku di êrîşa bi droneyan a li ser Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê ji aliyê Îran û komên pêwendîdar ve hat şehîdkirin re jî xwest.
Her wiha, Bakirhan hesasiyeta DEM Partiyê ya li ser ewlehiya Herêma Kurdistanê û gelê wê teqez kir û diyar kir ku Herêma Kurdistanê ne bi tenê ye û "çav û guhên me li ser we ne", di heman demê de careke din êrîşan şermezar kir.
