Nêçîrvan Barzanî, ligel sêwirmendê Macron civiya
PeyamaKurd- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, şeva borî pêşwaziya Şêwirmendê Serokê Fransa Emmanuel Macron ê Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Patrick Durrell kir.
Hat diyarkirin ku di hevdîtinê de li ser serdana Emmanuel Macron a çaverêkirî ya ji bo Iraqê, pêwendiyên Fransayên yên ligel Iraq û Herêma Kurdistanê û rewşa Herêma Kurdistanê axivîne.
Li gorî hat zanîn, herdu alî li ser girîngî û pêwîstiya piştevaniya Fransayê ya ji bo Iraqê hevdeng bûn û tekezî li ser girîngiya pêwendiyên Fransa ligel Iraq û Herêma Kurdistanê kir û tekezî li ser rol û beşdariya çalak a Fransayê ya di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî rêxistina terorîst a IŞÎDê kir.
‘Em ji bo çareseriyê, amade ne’
Her wiha Serokê Herêma Kurdistanê û Patrick Durrell pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê û çareserkirina pirsgirêkên navbera wan gotûbêj kir û tekezî li ser wê yekê jî kir ku Herêma Kurdistanê her dem amade ye li gorî destûr û pergala federalî pirsgirêkên ligel Bexdayê çareser bike.
Li gorî hat ragihandin, Nêçîrvan Barzanî spasiya rol û piştevaniya Macron li Iraq û Herêma Kurdistanê kir û tekezî li ser wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê her dem amade ye li gorî destûr û pergala federalî pirsgirêkên ligel Bexdayê çareser bike.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin