Nêçîrvan Barzanî li ser 40 rojiya sehîdkirina Hz. Huseyn peyamekî belav kir

17 îlon 2022 21:10
Nêçîrvan Barzanî li ser 40 rojiya sehîdkirina Hz. Huseyn peyamekî belav kir

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi sedema 40 rojiya şehîdkirina Hz.Huseyn û sehabeyên pê re peyamekî belav kir. Barzanî got ku pêdiviya Iraqê îro bi rastiya Îmam Huseyn heye ku di rêya rastiyê de fîdakarî kiriye û divê ji esaleta wî ders û îlhamê bigre. Nêçîrvan Barzanî ragihandina xwe di ser hesabê xwe yê Twitterê de kir.

Barzanî got ku di nav temamê civakê de divê xweşbînî, pêkvejiyan û aştiya civakî bidin rûniştandin û pêdiviya civakê bi van heye û weha dewam kir:

“Ji bo însanên me, dahatûyekî geş û ji bo neslên bên, jiyanekî baştir pêwiste.”

Roja 40 ê şehîdkirina Hz. Huseyn yek ji wan çalakiyaye ku xelkê Şîa çalakiyan dike û roj, li Kerbelayê weka merasimên Erbaîn tên bibîranîn. Artêşa Yezîd b.Muawiye Îmam Huseyin û hinek sehabeyan di sala 680 yê Hicrî de, li Kerbelayê şehîd kiribûn û li wê derê hatibûn definkrin. Hz. Huseyn û hevalên wî di roja 3em ê şer de, ji aliyê artêşa Yezîd b. Muawiye de hatibû şehîdkirin.

Hukumeta Iraqê, di serîde serokwezîr û hêzên asayîşê temamê ewlehiya merasiman digre aliyê xwe da di navbera ew çend mirovan de gengeşe, provakasyon û pevçûn dernê.