Nêçîrvan Barzanî ji bo serdana Macron peyameke spasî û dostaniyê belav kir

30 tebax 2021 17:27
Nêçîrvan Barzanî ji bo serdana Macron peyameke spasî û dostaniyê belav kir

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, piştî bidawîbûna serdana Serokê Fransayê Emmanuel Macron a Kurdistanê ya doh 29ê Tebaxê, îro Duşemê peyameke spasiyê li ser medya civakî bo Macron û Fransayê belav kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama ku ligel wêneyê xwe û Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Macron belav kiriye de dibêje, ez gelekî şanaz im ku min mazûvanî li hevalê xwe yê Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron kiriye.

Nêçîrvan Barzanî herwiha destnîşan dike, ew ji bo piştevaniya qayîm a Fransayê ya bo Kurdistanê spasiyê li Macron dike û dibêje, wê dostaniya navbera Kurdistan û Fransayê berdewam bike.