Nêçîrvan Barzanî ji bo besdarî Konferansa Munîhê bibe çû Almanyayê
17 sibat 2022 23:00
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Pêncşemê ji bo beşdarîkirina Konferansa Asayîşê ya Munîhê çû Almanyayê.
Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo beşdarî konferansa Munîhê ya di navbera rojên 18-20ê Sibatê de tê lidarxistin bibe û hejmarnek hevdîtinan ligel çend serkirde û berpirsên bilind ên welatan pêk bîne serdana Almanyayê dike.
Hêjayî bibîrxistinê ye, Konferansa Asayîşê ya Munîhê li ser siyaseta ewlekariya navdewletî ji sala 1963an ve her sal tê lidarxistin.
Di konferansa Munîhê de salane zêdetirî 350 serkirde û kesayetên girîng ji zêdetirî 70 welatên cîhanê beşdariyê dikin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Hakan Fîdan wê besdarî Konferansa Ewlekariyê ya Munîhê bibe
16 sbt 2024
Jiyan
Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî li Dubayî besdarî COP28ê dibin
30 mjd 2023
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin