Biden bi rêya vîdeokonferansê besdarî Konferansa Ewlekarî ya Munîhê dibe

19 sibat 2021 14:32
Biden bi rêya vîdeokonferansê besdarî Konferansa Ewlekarî ya Munîhê dibe

PeyamaKurd – Serokê Amerîka Joe Biden, wê beşdarî Konferansa Ewlekarî ya Munîhê bibe û li ser armancên xwe yên polîtîk yên navneteweyî biaxife.

Li Almanya her sal Konferansa Ewlekarî ya Munîhê, bi beşdariya sîyasetvan û pisporên ewlekariyê li dar dikeve, îsal dê ji ber şewba vîrusa Korona bi rêya vîdeokonferansê çêbibe.

Biden dê roja Înê di konferansê de ser hevkariya Amerîka û dewletên Ewropî, siberoja NATO û ewlekariya navneteweyî biaxife.

Serokê Konferansa Ewlekarî ya Munîhê Wolfgang Ischinger da zanîn, bo wan girîng e ku Biden biryar daye ku beşdarî konferansê be û bo bîragiştî ya Ewropa bipeyive.

Ischinger destnîşan kir, biryara Biden nîşan dide ku ew dixwaze Almanya di pêwendiyên transatlantîk de pêşengiyê bike.

Li gor daxuyaniya Ishinger, piştî Biden dê Serokwezîra Almanya Angela Merkel û Serokomarê Fransa Emmanuel Macron biaxifin.

Konferansa îsal dê li ser, ‘‘derbazkirina bêrojavabûnê (westlessness), nûkirina peywendîyên transatlantîk û têkoşîna dijî kêşeyên cîhanî’’ li dar keve.