Efserên Pêsmerge li Laheyê besdarî Konferansa Rêgirtina Çekên Kîmyewî bûn

01 hezîran 2023 21:54
Efserên Pêsmerge li Laheyê besdarî Konferansa Rêgirtina Çekên Kîmyewî bûn

PeyamaKurd - Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku 4 efserên Herêma Kurdistanê li bajarê Lahey yê Holandayê beşdarî konferansa “Rêgirtina Êrîşên Çekên Kîmyewî yên Seretayî li Rojhilata Navîn” bûn.

Wezareta Pêşmerge, da xuyakirin ku konferansê roja 28ê Gulana 2023an dest pê kiriye û 4 rojan dewam kiriye û Îro Pêncşemê di roja dawî ya konferansê de, bi amadebûna Konsulê Amerîka li Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) û berpirsên konsulxaneyên Iraq û Urdinê li Hollandayê, bawername li ser beşdaran belav kirin.

Konferansa navborî ji aliyê Rêxistina CRDF - Global a girêdayî Wezareta Derve ya Amerîka ve û bi beşdariya pisporên kîmyewî yên FBI, Înterpol û Wezareta Derve ya Amerîkayê birêve çû.

Wezareta Pêşmerge da xuyakirin ku 4 efserên Herêma Kurdistanê jî beşdarî vê konferansa girîng bûne ku ji 2 efserên Wezareta Pêşmerge û 2 efserên din ên Wezareta Navxwe pêk dihatin.

Wezareta Pêşmerge ragihand, beşdaran tekezî li ser pêşxistina hewlên hevbeş kirin, ji bo madeyên ku dibin sedema berhemanîna çekên kîmyayî nekevin destê terorîstan. Herwiha li ser pirsa çavdêriya madeyên kîmyewî yên ku terorîst ji bo çêkirina bombeyên kîmyewî bikar tînin, gotûbêj hatin kirin.