Nêçîrvan Barzanî: Em rê nadin ku welatê me ji bo cîranan bibe metirsî
PeyamaKurd- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di beşdariya Foruma Îstîqrar û Pêşketinê ya Iraqê ku li paytexta Iraqê Bexdayê hat lidarxistin de axivî û bal kişand ser mijarên ewlehiyê û hiqûqa berevaniya sînoran.
Nêçîrvan Barzanî, di axaftina xwe de bal kişand ser helwesta Herêma Kurdistanê ya li ser mafên parastina sînorên xwe û yên welatên cîran û got,
“Komeke çekdar ji Iraq û Herêma Kurdistanê nikare biçe ji bo kirina operasyoneke leşkeri biçe Tirkiyeyê û vegere. Heman tişt, ji bo Îranê jî derbasdar e.”
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku ew rê nadin Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo welatên cîran bibe metirsî û got,
"Em her tim dixwazin bibin hêmanên aramiya navçeyê, em naxwazin bibin faktoreke ku ji bo cîranên me bibe sedema pirsgirêkan. Çi Îsraîl be û çi jî welatên din bin, em alîkariyê nadin tu welatekî ku bixwaze Herêma Kurdistanê li dijî Îranê bi kar bîne.”
Nêçîrvan Barzanî amaje bi wê yekê jî kir ku ew bi hêviyeke mezin û bendewariyê tevlî hikûmeta Iraqê bûne û got, "Ez bi ku ve biçim, bila biçim; li her cihekî ku ez biçimê, ligel Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî hevahengiyê dikim û li her cihê ku ez diçim, ez nûnertiya Iraqê dikim.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin