Nêçîrvan Barzanî bi Josep Borrell re civiya

18 sibat 2023 20:58
Nêçîrvan Barzanî bi Josep Borrell re civiya

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya Konferansa Ewlekariyê ya Munîhê de bi Nûnerê Bilind ê Yekîtiya Ewropayê ji bo Karûbarên Derve û Polîtîkaya Ewlekariyê Josep Borrell re civiya.

Borrell piştî hevdîtinê ji Rûdawê re axiviye û diyar kiriye, “Hevdîtineke pir baş bû. Em li ser serdana min a Îlona 2021ê ya Hewlêrê axivîn.  Herwiha me rewşa Iraqî nîqaş kir û pêwendiyên wê yên li bi Îranê re gotubêj kir.”

Di berdewamiyê de Borrell hevdîtina xwe ya bi Barzanî re wek hevdîtineke girîng jî bi nav kir.

Herwiha Serokatiya Herêma Kurdistanê jî derbarê civînê de daxuyaniyek da û got, “Barzanî û Borrell di civînê de behsa pêşhatên dawî yên siyasî û ewlekarî yên Iraqê, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, şerê dijî terorîstan, pêwendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel welatên Yekîtiya Ewropayê û derfeta berfirehkirina hevkariyên hevbeş kirin.”

Li gorî daxuyaniyê “Borrell tekezî li ser berdewamiya piştevaniya Yekîtiya Ewropayê ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê di şerê dijî terorê de, proseya avakirina saziyan û serkeftina danûstandinên Hewlêr-Bexdayê ji bo çareserkirina pirsgirêkên wan kir.”

Borrel got, "Aştî, aramî û bextewariya Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo Yekîtiya Ewropayê girîngiyeke mezin e."

Nêçîrvan Barzanî “ji bo piştevaniya serbazî, mirovî û siyasî li Herêma Kurdistanê û Iraqê spasî piştevaniya Yekêtiya Ewropayê kir û xwesteka Herêma Kurdistanê ji bo pêşxistina peywendiyan di hemû waran de û berfirekirina hevkariyên hevbeş ên aborî û emnî ligel Yekîtiya Ewropayê dubare kir.”