Nêçîrvan Barzanî bi Emîndarê Yekgirtûya Îslamî re civiya

03 berfanbar 2019 15:20
Nêçîrvan Barzanî bi Emîndarê Yekgirtûya Îslamî re civiya

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di çarçoveya serdanên xwe yên bi aliyên siyasî yên Kurdistanê de, îro Emîndarê Giştî yê Yegirtûya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Behaedîn re civiya.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tevî cîgirên serokê herêmê, serdana Baregeha Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê li Hewlêrê kir û ligel Selahedîn Behaedîn û berpirsên din yên Yekgirtûya Îslamî re kom bû.

Hat ragihandin ku Serokê Herêma Kurdistanê ji bo hewldanên xwe yên pêkanîna yekdengî û yekrêziya aliyên siyasî yên Kurdistanî îro serdana Yekgirtûyê kiriye ku hefteya borî jî li Silêmaniyê bi serok û berpirsên Tevgera Goran û Yekîtîya Niştîmanîya Kurdistanê (YNK) re civiyabû û peyamên avakirina Hevpeymanîyeke Kurdistanî li Bexdayê dabûn.

Nêçîrvan Barzanî di civînên xwe yên ligel aliyên siyasî de, li ser pêkanîna yekrêzî û yekdengiya aliyên Kurdistanî, rewşa Iraqê û pêşhatên herî dawî li qada siyasî ya Iraqê, pêkanîna hevpeymaniya hevbeş a Kurdistanî û amadebûna Kurdan ji bo qonaxa nû û her rewşekê gotûbêjan dike.