Nêçîrvan Barzanî behsa xewna Ehmedê Xanî kir
PeyamaKurd- Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku, xebata PDKê ji bo doza Kurd e û PDK ne bi pilanên navxwe û ne jî bi hêza dijminan jinavnaçe.
Nêçîrvan Barzanî herwiha got: “Emê her bighên armanca şehîdên Pêşmerge.”
ÎrO li Hewlêrê PDKê mîtîngeke girseyî li Hewlêrê birêve bir ku Cîgirê Serokê Giştî Nêçîrvan Barzanî têde gotarek pêşkêş kir û ragihand, piştevaniya gencan ji bo lîsta PDKê dê encameke baş hebe, her wiha got di şerê DAIŞê de PDKê li rêza pêşiyê ya berevaniyê bûye.
Nêçîrvan Barzanî herwiha got, divê hemû xelk biçin ser sindoqên dengdanê da ku çarenvîsa welat bi rêya dengdanê bê yekalîkirin.
Cîgirê Serokê PDKê ragihand, ku ew weke PDKê dê li ser rê milimilanêya demokrasiyê berdewam bin û diyar kir ku PDK dest ji mafên gelê Kurdistanê bernade û berdewam dê xebatê bike ji bo bidestxistina hemû mafên gelê Kurd di Iraqê de.
Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir, divê aliyên Kurdî bi yekrêzî biçin Bexda û pirsgirêkên navxweyî yên Herêma Kurdistanê nebin Bexdayê, ji ber ku pirsgirêkên Bexdayê bi xwe gelek in.
Nêçîrvan Barzanî wiha got: “Banga min bo aliyan ev e ku li Bexdayê em bibin yek û kêşeyên xwe nebin wê derê…Em li Kurdistanê dikarin birînên xwe bi xwe derman bikin, Bexda nikare derdê me derman bike.”
Nêçîrvan Barzanî herwiha di beşeke din a gotara xwe de da xuyakirin, pişt ew diçin Bexda ew dê careke din dirêjiyê bi wê xebatê bidin ku ji sala 2005an ve wan dest pê kiriye û got, beşdariya kurdan di civata nûnerên Iraqê de ji bo parastina mafên gelê Kurd gelek giring e.
Di berdewamiya axavtina xwe de, Cîgirê Serokê PDKê amaje bi xewn û xeyalên helbestvan û nivîskarê dîrokî yê Kurdistanê Ehmedê Xanî kir û got, ku gotinên mewzûn ên Ehmedê Xanî û xewn û xeyalên wî bi dirêjahiya 72 salan alek bûye di destê PDKê de ku bilind kiriye.
Nêçîrvan Barzanî amaje bi xebat û têkoşîna Mesûd Barzanî di dîroka bizava rizgarîxwaza gelê Kurdistanê de kir û daxwaz ji cemawerê PDKê û welatiyên Herêma Kurdistanê kir, ku biçin ser sindogan û dengê xwe bidin lîsta wê partiyê. Nêçîrvan Barzanî wiha got: “Herin ser sindoqan û deng bidin Barzanî, ew camêrê mezin ku di ber zarokek û jin û zilam û pîr û xortekî we û wî welatî de bi hezaran maylan diçû û li cebheyan şer dikir…Ji ber wan hezaran kesan herin û deng bidin PDKê, ku cendek û rihê wan tevlî axê bûn.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin