Nêçîrvan Barzanî: Ala Kurdistanê emanet e, divê bê parastin
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di bernameyeke pîrozkirina 17ê Kanûnê Roja Ala Kurdistanê de got, ala Kurdistinê emaneteke ku pêwîste nifşê nû wê biparêzin.
Nêçîvan Barzanî li paytext Hewlêrê beşdarî çalakiya Roja Ala Kurdistanê ya dibistana Diyabekir bû.
Barzanî li wê çalakiyê axivî û li ser Roja Ala Kurdistanê wiha got: “Nifşên dahatû divê di bin ala Kurdistanê de, xwe bipêş bixin û hemû nirxên xwe biparêzin.”
Di merasîma ku bi Ey Reqîb dest pê kir de, zarokên xwendekar cilûbergên Kurdî li xwe kirin û dibistan jî bi alayên Kurdistanê xemilandin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin