Navenda Efrînê hat topbaran kirin: Birîndar hene…
25 tîrmeh 2021 18:23
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 25ê Tîrmehê danê nîvro, bi top û moşekan êrîşek li ser bajarê Efrînê yê di bin dagirkeriya Tirkiye û komên çekdar de pêk hat.
Jêderên ji navenda Efrînê ragihandine ku îro li demjimêr 13:00 hejmarek moşek li nava bajarê Efrînê ketine û di encamê ziyan gihîştiye mal û avahiyên sivîlan ku hejmarek kes jî birîndar bûne.
Hat zanîn ku moşek taxa Vêlat, riya Raco û çarrêya Maratê û li navenda Berevaniya Sivîl a Efrînê ketine.
Ji aliyê xwe ve medya nêzîkî Tirkiyê jî bi belavkirina dîmenên êrîşê ragihandiye ku bi topan navenda Efrînê ji aliyê YPGê ve hatiye hedef girtin û yek ji wan zarok 6 sivîl birîndar bûne.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Navenda bajarê Efrînê hat topbaran kirin
20 rbn 2022
Cîhan
Navenda bajarê Efrînê hat topbarankirin
18 adr 2020
Jiyan
Li Sûdanê nexwesxanê topbaran kirin: 4 mirî û 20 birîndar
10 cot 2023
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin