Navenda bajarê Efrînê hat topbarankirin

18 adar 2020 19:19
Navenda bajarê Efrînê hat topbarankirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 18ê Adarê di salvegera dagirkirina bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê de, navenda Efrînê hat topbarankirin û 4 kes hatin kuştin.

Li gorî zanyariyên xwecihî îro danê nîvro 5 top li nava Efrînê ketin. 2 top li nêzîkî Navenda Çandî, 2 top li nêzîkî nexweşxaneya Avrîn û topek jî li ser riya Efrîn û Keferşîlê. ketin

Li gorî jêderên herî kêm 4 kesan can daye û hejmarek kes birîndar bûne, lê agihîyên zelal hîn nehatine bidestxistin.

Derbarê hêzên li Efrînê topbaran kiriye hîn ti zanyariyek nehatiye belavkirin.

Bajarê Efrînê 18ê Adara 2018an rojek wek îro, di encama êrîşa artêşa Tirkiyê û komên çekdarên girêdayî wê de hatibû dagirkirin û ji wê demê ve Efrîn di bin kontrola wan hêzan de ye ku piraniya şêniyên wê jî hatine koçberkirin û li şûna wan malbatên komên çekdar hatine bicihkirin.