3 mosek li navenda bajarê Efrînê ketin: Kustî û birîndar hene...

18 tebax 2021 19:43
3 mosek li navenda bajarê Efrînê ketin: Kustî û birîndar hene...

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku îro li demjimêr 14:30ê piştî nîvro hejmarek moşek li navenda bajarê Efrînê ketin.

Li gorî ragihandina çavkaniyê xwecihî, moşek li nava taxa sivîlan û benzînexaneyekê ketine û agir bi benzînxaneyê ketiye.

Li gor zanyariyên destpêkê, di encama ketina moşekan de, 3 kes hatine kuştin û hejmarek kes jî birîndar bûne ku hejmara wan nehatiye zanîn.

Hat diyarkirin ku moşek ji herêmên bakurê Helebê hatine avêtin.