Îsraîl li navenda belavkirina xidayê ya UNRWAyê xist: 1 kustî û 22 birîndar hene
PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê li bajarê Refahê li navenda UNRWAyê xist ku rêxistina Neteweyên Yekgirtiye û destekê dide penaberên Fîlîstînê, û di encamê de kesekî mir û 22 kes birîndar bûn. Lê wezareta tenduristiyê ya Xezzayê ragihand ku 5 kes hatine kuştin.
Di encama êrîşa artêşa Îsraîlê de li beşa rojhilatê navendê teqîn çêbûye. Li gor wezareta tenduristiyê ya Xezzayê kuştiyekî ji wan xortekî 15 saliye û 4 kesên din emrê wan di navbera 27-50an de ne û zilamin.
Li gor şahidê bûyerê yê bi navê Sami Abu Salim, ji ajansa AFPê re ragihandiye:
“Vê derê navendekî UNRWAyê ye û divê bi ewle be. Hinek kes ji ber meha Remezanê ji bo kesên muhtaç alîkariyê belav dikirin. Bi yek carê bi 2 fuzeyan li wan xistin.”
Berdevka UNRWAyê Juliette Touma ji bo BBCyê ragihand ku di wexta rûdanê de li wê derê 60 kes hebûne.
Komserê UNRWAyê Philippe Lazzarini li ser êrîşê got:
“Vê navenda me yek ji wan navendaye ku xwe li ser piya hiştiye. Êrîş di wexta ku xwurek li ber qedandinê ye de hat kirin, birs heye û li hinek deveran xela destpêkiriye. Em her roj koordînatên xwe an ku ciyên xwe bi terefên şer re parve dikin. Artêşa Îsraîlê do koordînatên vê derê ji me sitendibû.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin