Nasnameya qesasên kustina Kurdê Êzidî eskere bû
PeyamaKurd – Berdevkê Polîsê Duhokê ragihand ku lêkolîn derbarê bûyera kuştina Çalakvanê Kurdê Êzidî Şêx Paşa de berdewam dikin.
Herwiha hat diyarkirin ku nasnameya kesên di bûyera kuştinê de cî girtine eşkere bûye û dadgehê fermana girtina wan kesan daye, lê hîn ew kes nehatine desteserkirin.
Çalakvanekî Kurdê Êzidî yê bi navê Paşa Mehmûd ê 28 salî, roja Sêşemê li stasyoneke benzînê ya li ser riya Sêmêl- Duhokê hate kuştin.
Şêx Paşa Mehmûdê bavê 3 zarokan xelkê komelgeha Sîba Şêx Xidir a ser bi Şingalê ve bû û wî 11 salan pêşmergetî kiriye. Sala 2014an ji ber êrîşa DAIŞê aware bûbû û li bajarokê Şêxanê yê parêzgeha Duhokê bicih bûbû.
Şêx Paşa ji sala 2014an ve heta niha zêdetirî 500 milyon dînar alîkariya nexweş û hejaran kiriye.
Hêjayî bibîrxistinê ye hefteya borî jî kesatiyekî naskirî yê Kurdê Êzidî li sînorê parêzgeha Duhokê bi guleyan hatibû kuştin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin