Namzetê Serokkomariyê Kiliçdaroglu vîdeoyeke bi navê 'Kurd' belav kir
PeyamaKurd – Kiliçdaroglu vîdyoyek bi sernavê “Kurd” weşand û got, “Niha bi milyonan Kurd wek terorîst tên dîtin. Her roj bê rawestan. Ew her roj bi mîlyonan lîreyan li ser trolên medyaya civakî xerc dikin."
Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) û namzedê Serokomariyê yê Tifaqa Netewî Kemal Kiliçdaroglu di vîdeoya bi navê 'Kurd' de ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir, li ser trolên medyaya civakî sekinî.
Kiliçdaroglu got, "Gelê min, di van salên dawî de dema em behsa hilbijartinan dikin, her ku qesr dibîne ku wê di hilbijartinan de têk biçe, dest bi stem û muameleya kolektîf a li hemberî Kurdan dike."
"Şerm e. Bi rastî jî şerm e. Niha bi milyonan Kurd wek terorîst tên dîtin. Her roj bê rawestan. Ew her roj bi mîlyonan dolaran li ser trolên medyaya civakî xerc dikin. Ew trolan ji bo ku heqaretê li min bikin Kurdan wek terorîst nîşan didin. Gelê me ji dewletê dûr dixin. Çima? Ji bo sê pênc dengan. Şerm nakin. Ew bi rastî jî şerm nakin. Ji bo îftîrayan li Bay Kemal bikin, bi rûmeta bi mîlyonan mirovan re tê lîstin? Ji bo xatirê Xwedê, ji min re bêjin, bi rûmeta bi mîlyonan mirovan re tê lîstin?"
Kiliçdaroglu got, “Gelê min, bi vê propagandayê nexape. Qanûna me ya biratiyê ji bîr nekin. Çarenûseke ku Tirk û Kurdan dike birayên hev heye. Qederê em li anîn cem hev. Qederê ji me re got bibin bira.” Û diyar kir:
“Qederê em li Çanakkale, Sakarya û Dumlupınarê danîn cem hev. Hezkirineke kûr mîna hezkirina biratiyê tune ye. Em bi sedsalan bi hev re dijîn. Kesek ji me bi tena serê xwe neçû, me nedikarî herin. Ez qet û qet nahêlim kesek ji bo 3-5 dengan zerarê bide biratiyê. Hindik ma."
>Kürtler. pic.twitter.com/almLCAJtcr
— Kemal Kılıçdaroğlu (@kilicdarogluk) April 17, 2023

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin