Navên namzetên Serokatiya Kurdistanê têne eskerekirin: 5 kes in

19 gulan 2019 16:03
Navên namzetên Serokatiya Kurdistanê têne eskerekirin: 5 kes in

PeyamaKurd – Tê çaverêkirin îro navên namzetên serokatiya Herêma Kurdistanê ji aliyê parlementoya Kurdistanê ve bên eşkerekirin.

Piştî ragihandina navê namzetan kesên navên wan nehatibe ragihandin dikarin di nav du rojan de bertekên xwe nîşan bidin û piştî wan du rojan jî Parlementoya Kurdistanê dê di nav sê rojan de bicive û serokê nû hilbijêre.

Li gorî çavkaniyên medya Kurdistanê namzetên seroktiyê yên hatine pejirandin 5 kes in û yek ji wan namzetê PDKê Nêçîrvan Barzanî ye.

Piştî ragihandina navên namzetan û piştî 4 roj derfeta liberabûnê, dê rojek bo hilbijartina serokê herêma Kurdistanê bê diyar kirin û ew jî dikeve heftiya pêş me.

Hat zanîn ku du bijarde li ber bidawîbûna proseya hilbijartina serok hene ku yek ji wan piştî encamdana dengdanê dê serokê hatibe hilbijartin li salona parlamentoyê sonda yasayî bixwe, bijardaye diduyan jî dê serokê nû piştî cejna Remezanê sonda yasayî bixwe û bi merasîma fermî dest bi kar bike.

Tê pêşbînîkirin di protokola merasîma fermî ya destbikarkirina serokê Kurdistanê de, mêvanên biyanî, Iraqî û kesayetên cîhanê beşdariyê bikin.