Karamollaoglu: Navê Imamoglu, Yavas û Kiliçdaroglu ket rojevê

26 sibat 2023 04:35
Karamollaoglu: Navê Imamoglu, Yavas û Kiliçdaroglu ket rojevê

PeyamaKurd – Li ser namzedê serokkomariya Tirkiyê ya masa 6 qolî, serokê Partiya Saadetê Temel Karamollaoğlu ragihand ku navên Ekrem İmamoğlu, Mansur Yavaş û Kemal Kılıçdaroğlu ketine rojevê. Karamollaoğlu weha got:

“Heya niha em qet li serê neaxifîn û neket rojeva me. Hinek temas çêbû lê em li serê ji dil neaxifîn. Lê vê hefteyê li serê axaftin hat kirin. Ekrem İmamoğlu, Mansur Yavaş û Kemal Kılıçdaroğlu ketin rojevê. Me berê jî got piştî roja hilbijartinê hat destnîşankirin, em ê namzedê xwe ragihînin. Em ê di civînê de biaxifin û jê re teqwîmekî deynin. Em ê bêjin ku wê çawa namzedê xwe aşkera bikin û heya wê rojê em ji xelkê xwe dixwazin ku sebrê bikin. Ez bawer nakim ku masa 6 qolî bela bibe. Em hatin heya îro û me behrê derbas kir eger em di newalê de bifetisin, tiştekî mantiqî nîne. Em li ser namzed lihev nekin jî, wê li pêşiya me nebe asteng.”